Iraq: Temamiya Mûsilê hat kontrolkirin

Wezareta Parastina Iraqê ragihand ku temamiya Mûsilê ji rêxistina terorîst a DAIŞê hatiye rizgarkirin

29 Hezîran 2017 - 08:34
29 Hezîran 2017 - 08:34
 0
Iraq: Temamiya Mûsilê hat kontrolkirin

Li gorî nûçeyên çapameniya ereban, Wezareta Parastin a Iraqê ragihandiye ku temamiya Mûsilê ji DAIŞê hatiye rizgarkirin û serkeftina xwe ragihandine.

Sky News Arabia ku zanyariyên xwe sipartin wezaretê, diyar kir ku DAIŞê bi temamî ji Mûsilê hat paqijkirin. Hebûna DAIŞê li Iraqê heta hetayê bidawî bûye.

Televîzyonên îraqî gotin: "Qaşo dewlet ruxiya: Mizgefta Nûrî hat rizgarkirin."