Îsraîl bi moşekan êrişî Şamê kir

Li gor nûçeya SANAyê ku dispêre artêşa Sûriyeyê, balafirên Îsraîlê eniyên leşkerî yên li herêma El Katîf a nêzîkî Şamê bombebaran kirin.

9 Çile 2018 - 05:21
9 Çile 2018 - 05:21
 0
Îsraîl bi moşekan êrişî Şamê kir

Televîzyona dewleta Sûriyeyê ya fermî (SANA) di nûçeya xwe de ku dispêre artêşa Sûriyeyê ragihand ku balafirên Îsraîlê 3 moşek avêtin eniyên leşkerî yên li herêma El Katîf a nêzîkî Şamê.

Li gor daxuyaniyê, pergala parastina hewayî ya Sûriyeyê balafireke aîdî Îsraîlê xist û moşekên ku hatibûn pekandin îmha kirin.

SANAyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: \"Balafirên Îsraîlê pêşî ji qada hewayî ya Libnanê moşek avêtin. Piştî ku balafirekê derb xwar vê carê ji Çiyayê Golanê êriş hat kirin, lê ev moşek ji aliyê pergala parastin a Sûriyeyê ve hatin îmhakirin. Herî dawî Îsraîlê ji sînorê xwe moşek pekandin yek ji van moşekan jî hat îmhakirin, lê yên din zirara aborî çêkirin.\"