Îsraîl: Êrişên me dê berdewam bikin

Sererkanê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamir li Tel Evîvê bi berpirsên payebilind ên artêşa welatê xwe û hêza asmanî ya Îsraîlê re civiya.

16 Hezîran 2025 - 11:48
16 Hezîran 2025 - 11:48
 0
Îsraîl: Êrişên me dê berdewam bikin

Eyal Zamir piştî civîna bi berpirsên artêşê re got, ”Me rêya asmanî ya gihîştina Tehranê vekiriye û em bi hurgilî jêrxan û bingehên nukleer ên rejîmê bombebaran dikin.

Bi operasyonên xwe em tehdîdên li ser xwe bi dawî dikin û ewlehiya welatê xwe jî xurt dikin.”

Di heman demê de Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Itamar Ben-Gvir jî eşkere kir ku êrişên artêşa Îsraîlê yên li dijî bernameya nukleer a Îranê dê bidomin.

Ben-Gvir ji ser hesabê xwe yê Xê got, "Bi îzna Xwedê dewleta Îsraîlê dê bi ser bikeve.

Divabû Îsraîlê êrişî bernameya nukleer a Îranê bikira û Îsraîl dê êrişên xwe yên dijî bernameya nukleer a Îranê bidomîne."

Roja înê Îsraîlê êrişî Îranê kir û pişt re Îranê jî bersiv da.

Li gorî amarên fermî, li Îranê bi sedema êrişan 128 kes hatine kuştin û li Îsraîlê jî 13 kes mirine.

Li gorî berpirsên Îsraîlê, ew dixwazin kapasîteyên nukleerî û mûşekî yên Tehranê tune bikin.

Berpirsên Îranê jî dibêjin, heya ku Îsraîl êrişên xwe bidomîne, ew jî dê bi tundtir bersivê didin wê.