Îsraîlê li Sûriyeyê êrişî cihên leşkerî kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li nêzîkî bajarê Laziqiyeyê êrişî baregeke leşkerî ya li Tertûsê kiriye.

31 Gulan 2025 - 10:31
31 Gulan 2025 - 10:31
 0
Îsraîlê li Sûriyeyê êrişî cihên leşkerî kir

Li gorî agahiyan, balafirên şer ên Îsraîlê li nêzîkî bajarê Laziqiyeyê êrişî dezgehên çekan ên Lîwaya 107an kiriye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku balafirên şer cihên ku mûşekên deryayî lê hatine veşartin bombebaran kir.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku ew mûoşek "serbestiya seyrpseferê ya navneteweyî û ya Îsraîlê" dixine bin metirsiyê.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku balafirên şer ên Îsraîlê li derdora Laziqiyeyê li hinek "beşên" sîstema parastina hewayê jî xistine.

Her wiha artêşa Îsraîlê li baregeheke leşkerî ya li Tertûsê jî xist.

Ev êriş wekî cara ewil hat tomarkirin piştî hefteyên dirêj ku Îsraîl êrişî Sûriyeyê nekiribû.

Heta niha ji aliyê berpirsên Sûriyeyê ve ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.