Jeffrey: Em rê nadin êrîş liser Hevpeymanên me bên kirin

Şanderê Amerîka ji bo Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAÎŞê James Jeffrey di bersiva pirsa Nûçegîhana Kurdistan24 de, di derbarê rojhilatê Feratê de got, Ew pabend in bi jinavbirina DAÎŞê li bakurê rojhelatê Sûriyê û parastina HSDê û rêgirîkirin ji her êrîşek, ku liser wan bê kirin.

2 Tebax 2019 - 14:51
2 Tebax 2019 - 14:51
 0
Jeffrey: Em rê nadin êrîş liser Hevpeymanên me bên kirin

Jeffrey got jî, ew bi heman awayî, ji êrîşên PKKê li dijî Tirkiyê dilgiran in, wekî kuştina dîplomatkarek Tirkiyê li Hewlêrê. Ji ber wê yekê jî, ew dixwazin wê dilgiraniya Tirkiyê li ber çavan bigrin, ji ber ku Tirkiy hevpeymanek giring ê wan e, hem li NATO û hem jî, li Hevpeymaniya dijî DAÎŞê.