Ji bo 29 parêzgehan hişyarî hat dayîn

Rêveberiya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 29 parêzgehan hişyariya baran û firtoneyê.

11 Gulan 2024 - 08:09
11 Gulan 2024 - 08:09
 0
Ji bo 29 parêzgehan hişyarî hat dayîn

Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê, li seranserê Tirkiyeyê keş û hewaya germ diguhere û 4 heta 6 pileyan dadikeve.

Herwiha keşnasiyê ji bo 29 parêzgehan hişyariya baran û firtoneyê da ku parêzgehên Xarpêt, Çewlîg, Sêwaz, Dêrsim, Colemêrg, Wan û Meletî yên Bakurê Kurdistanê jî di nav de ne.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya tozbarînê jî hatibû dayîn ku bandoreke neyînî li jiyana rojane ya welatiyan dike.