Ji bo Amedê hişyarî hat dayîn

Şaxa Amedê ya AFADê ragihand ku dê sibe baraneke zêde li parêzgehê bibare û divê li hemberî lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

8 Adar 2024 - 10:27
8 Adar 2024 - 10:27
 0
Ji bo Amedê hişyarî hat dayîn

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ya Şaxa Amedê derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê medyayê civakî daxuyaniyek kir.

AFADê da zanîn ku dê sibe li parêzgehê baraneke zêde bibare û divê welatî li hemberî rabûna lehiyê hişyar bin û çûnûhatina xwe li gorî vê yekê bikin.

Li gorî daxuyaniya AFADê, li parêzgehê dê piştî nîvro barîna baranê dest pê bike û baran bi awayekî gur be.

Herwiha li gor Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, 9ê Adarê dê li parêzgehên Çewlîg, Mêrdîn, Êlih, Xarpêt û Rihayê jî baran bibare.