Kamuran Yuksek çû serdana PDKê

Hevserokê Giştî yê DBPê Kamuran Yuksek çû serdana navenda Peywendiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li Hewlêrê.

21 Berfanbar 2016 - 11:46
21 Berfanbar 2016 - 11:46
 0
Kamuran Yuksek çû serdana PDKê

Yuksek ji serê çend rojan e li Herêma Kurdistanê ye û hevdîtinên dike. Yuksek îro danê nîvro çû serdana Navenda Peywendiyan a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Hewlêrê.

Yuksek ji aliyê Endamê Rêveberiya PDKê Ehmet Kanî û Endamê Peywendiyan ê PDKê Keyfî Mehmûd ve hat pêşwazî kirin û hevdîtin saetekê berdewam kir.

Kamuran Yuksek li ser têkiliyên di navbera partiyên kurda de nûnerên PDKê agahdar kir.