Karwana duyem a hinarên Kurdistanê digihe Îmaratê

Karwana duyem a hinarên Kurdistanê ber bi welatê Îmaratê bi rê ket û di nava heft rojên bê de dê bigihe wî welatî.

13 Berfanbar 2022 - 13:47
13 Berfanbar 2022 - 13:47
 0
Karwana duyem a hinarên Kurdistanê digihe Îmaratê

Îro Sêşemê 13ê Berfanbara 2022yan, Serperiştyarê Projeya Hinardekirina Berhemên Çandiniyê yên Herêma Kurdistanê bo Derveyî Welat Celîl Salihî ragihand ku duh roja Duşemê, karwana duyem a hinarên Herêma Kurdistanê ber bi welatê Îmaratê bi rê ket û tê çaverêkirin ku di dana heft rojan de bigihe wî welatî.

Celîl Salihî eşkere kir: “Hinarên Herêma Kurdistanê di ser welatê Îmaratê re bo welatên din ên Kendavê têne şandin.”

Salihî destnîşan kir, bi şeş qonaxan hinarên Kurdistanê hinardeyî Îmarat û welatên din ên Kendavê têne kirin û îsal em bi encamdana lêkolînan li ser "hingiv, tirî û sêvên Kurdistanê" ve mijûl in, da ku ber bi welatên derve werin hinardekirin.

Roja Înê 2ê Berfanbara 2022yan, yekem karwana hinara Herêm Kurdistanê bo welatê Îmaratê hatibûn şandin.