Kemal Kerkûkî: Em bi xwîna xwe, giyana xwe bi Serxwebûn û bi Kerkûkê re ne

Fermandarê Bereya Rojavayê Kerkûk Kemal Kerkûkî got, perdeya liser ruyê îxanetkarên Kurdistan ket xwar.

19 Cotmeh 2017 - 04:00
19 Cotmeh 2017 - 04:00
 0
Kemal Kerkûkî: Em bi xwîna xwe, giyana xwe bi Serxwebûn û bi Kerkûkê re ne

Fermandarê eniya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî di axaftina xwe de got: "Ji bo xelkê nava bajarê Kerkûkê zirarê nebîne em neketin şer. Raperîna ku îşev li seranserê bajarên Kurdistanê qewimî îspata vê ye ku xelk dagirkeran qebûl nake."

Kerkûkî di berdewamiya axaftina xwe de got: "slav li hemû şehîd, Pêşmerge û xelkê me be. Rizgariya Kerkûk û hemû bajarên Kurdistanê nêzîk e."