Kerkûkî: Bexda demografiya Kerkûkê diguhere!

Endamê Polîtburoya PDK'ê û Fermandarê Hêzên Pêşmerge Kemal Kerkûkî destnîşan kir ku Bexda hewl dide demografiya bajarê Kerkûkê biguhere.

4 Berfanbar 2017 - 03:42
4 Berfanbar 2017 - 03:42
 0
Kerkûkî: Bexda demografiya Kerkûkê diguhere!

Kemal Kerkûkî ji Rûdaw'ê re da xuyakirin, li gorî zanyariyên ku gihîştine destê wî, tenê ji heftiya bihorî ve heta niha 1413 malbatên Ereb ji naverast û başûrê Iraqê li Kerkûkê hatine bicihkirin.

Kemal Kerkûkê got: "Tevî bicihkirina ereban li Kerkûkê, zulm û zorê jî li Kurdan dikin."

Her wiha bi gotina Kerkûkî, hikûmeta Iraqê tevî hewla guhertina demografiya Kerkûkê û derxistina kurdan û bicihkirina ereban li şûna wan, erebên li deverê jî çekdar dikin û hêzên milîsî bo wan pêk tînin.

Wî fermandeyê Hêza Pêşmerge tekez kir, ku hêzên Iraqê li Kerkûkê zulm û zorê li welatiyên Kurd ên Kerkûkê dikin, bi şev diçin ser malên Kurdan û xortan digirin û li derveyî her pîwaneke mafên mirovan, wan îşkence dikin, ku çarenivîsa beşek ji wan jî nediyar e.