Koça flamîngoyan a ji Gola Wanê dest pê kir
Flamîngoyên ku xwe li germa Gola Wanê ya Bakurê Kurdistanê girtibûn bi sarbûna hewayê re dest bi koçê kirin.
Li bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê ku rawestgeheke girîng a balindeyên koçber e bi hatina demsala zivistanê koça flamîngoyan dest pê kiriye û dîmenên balkêş û ciwan derketine holê.
Mamosteyê Beşa Bîyolojî yê Zankoya Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Ozdemir Adizel got, “Li parêzgehê berfa destpêkê bariya. Piştî berfê liv û tevgera flamîngoyan jî zêde bû. Filamîngo havînê li Gola Urmiyê dema xwe ya zêdebûnê derbas dikin û bo çend mehan tên dibin mêvanê me.”
Li hewza Gola Wanê werdek û qaz jî di nav de nêzîkî 240 cur balinde dema xwe ya zêdebûn û kurkbûnê li vê derê dimînin.
Mamosteyê Beşa Bîyolojî yê Zankoya Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Ozdemir Adizel anî ziman, “Ligel flamîngoyan çûkên wek terî hişk û qazên kovî jî xwe li vê derê digirin. Ji germê hez dikin. Hinek ji wan bo demekê lê hinek ji wan jî her dem li vê derê dimînin.”
Flamîngo û corên din ên balindeyan di mehên biharê de ji Gola Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê tên Gola Wanê û di meha Mijdarê de ji ber hewaya sar ber bi Efrîkaya Bakur, Asya û Ewropayê koç dikin.