Kosret Resûl li şûna Mam Celal bû sekreterê giştî yê YNKê

Hat ragihandin ku piştî wefata Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî, sekreterê yekem ê YNKê Kosret Resûlê ku di heman demê de Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye, hat diyarkirin.

8 Cotmeh 2017 - 05:12
8 Cotmeh 2017 - 05:12
 0
Kosret Resûl li şûna Mam Celal bû sekreterê giştî yê YNKê

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê Kosret Resûl li şûna Mam Celal wek sekreterê giştî yê YNKê hat destnîşankirin.

Kosret Resûlê 65 salî pêşmergeyekî kevin e û Sekreterê yekem ê YNKê bû.

​Resûl di sala 1992yan de ji bo parlamentoya Herêma Kurdistanê hatibû hilbijartin û niha jî cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye.