Li Almanyayê kesekî ji Qamişloyê ji aliyê zavayê xwe ve hat kuştin
Li bajarê Leverkusenê yê Almanyayê ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê kesekî ve bi kêrê hat kuştin.
Kesê ku hatiye kuştin navê wî Mihemed e û ji gundê Elqosê yê Qamişloyê ye.
Li gorî agahiyên berdest, pirisgirêkeke malbatî di navbera wî û zavayê wî de hebûye.
Zavayê wî di 18 meha derbasbûyî de li gel çend kesên din, banga wî kiriye û biriye cihekî û bi hev re zêdeyî 10 caran kêr li pişta wî dane.
Ji wê demê ve Mihemed li nexweşxaneyê bû û ne li ser hişê xwe bû.
Mihemed duh canê xwe ji dest da.