Li Başûrê Kurdistanê leşkerek mir

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku leşkerekî wan li devera “Operasyona Pençe-Pilingê” di qezayeke çekan de miriye.

18 Gulan 2024 - 06:35
18 Gulan 2024 - 06:35
 0
Li Başûrê Kurdistanê leşkerek mir

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, 17ê Gulanê li devera “Operasyona Pençe-Pilingê” leşkerekî wan ê bi navê Recep Kabala di qezayeke çekan de miriye.

Recep Kabala ji parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Parêzgariya Erziromê jî ragihand ku Kabala di encama teqîna cebilxaneyê de miriye.