Li Başûrê Kurdistanê leşkerekî din mir

Li nav axa Başûrê Kurdistanê leşkerekî din ê Tirkiyeyê mir.

4 Gulan 2024 - 07:04
4 Gulan 2024 - 07:04
 0
Li Başûrê Kurdistanê leşkerekî din mir

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê got ku birûskê li wî leşkerî daye û ew miriye.

Hat ragihandin ku navê wî leşkerî Ata Goçmen e û ew çawişê pispor bûye.

Wezaretê li ser nasnameya wî leşkerî ti agahiyên din nedan û got ku li herêma “Operasyona Pence-Kilîdê” miriye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê du roj berê jî ragihandibû ku leşkerekî wan ji ber lêdana birûskê miriye.