Li Colemêrgê bavê 6 zarokan ji kendal ket û canê xwe ji dest da

Li bajarê Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, doh bi şev 25ê Kanûnê ajeldarek ku pezên xwe diçêrand, ji kendalekî ket û canê xwe ji dest da.

26 Berfanbar 2022 - 03:53
26 Berfanbar 2022 - 03:53
 0
Li Colemêrgê bavê 6 zarokan ji kendal ket û canê xwe ji dest da

Li mêrga gundê Keha Kilîlan ê Colemêrgê, doh bi şev ajeldarê bi navê Şakir Adiyaman ê 45 salî dema ku pezê xwe diçêrand ji kendalê ket.

Piştî ku pezê wî bi serê xwe vedigere gund, gundî diçin cihê çêrê û wî dibînin.

Li ser agahdarkirinê, tîmên AFADê û tîmên tendirustiyê diçin cihê bûyerê.

Termê Şakir Adiyaman, bi alîkariya gundiyan bi ambulansê hat veguhestin û rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Şakir Adiyaman zewicî ye û 6 zarokên wî hene.