Li Dêrsimê gelek deveran qedexe hat ragihandin

Di çarçoveya operasyonên li dijî PKK'ê de, 30 gundewarên bajarê Dêrsimê wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatin ragihandin.

2 Mijdar 2017 - 07:49
2 Mijdar 2017 - 07:49
 0
Li Dêrsimê gelek deveran qedexe hat ragihandin

Derbarê mijarê de, Parzêgeriya Dêrsimê da zanîn ku di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li 30 gundewarên navçeyên wekî Ovacik, Pûlûmûr, Xozat û Nazimiyeyê qedexeya derketina derva hatiye ragihandin.

Parzêgeriya Dêrsimê, dema qedexeyê îro destpê dike û heta 15 rojan berdewam dike. Herwiha daxwaz ji welatiyan kir ku pabendî hişyariyê bibin.