Li Duhokê bi 6 milyar dînaran ve hejmarek projeyên nû tên cîhbicîh kirin

Parêzgerê Duhokê ragehand, zêdetir bi 6 milyar dînaran ve hejmarek projeyên çêkirina dibistan û nûjen kirin û dabîn kirina amûrên dibistanan dê bê cîhbicîh kirin.

26 Mijdar 2022 - 07:25
26 Mijdar 2022 - 07:25
 0
Li Duhokê bi 6 milyar dînaran ve hejmarek projeyên nû tên cîhbicîh kirin

Parêzgerê Duhokê Dr. Elî Teter ragehand: ‘’Hejmarek projeyên çêkirina dibistanan dê bikevin qonaxa cîhbicîh kirinê de ne, ji wan jî çêkirina dibistanekî 18 polî li Kelekçî ya ser bi qeza Şêxanê û projeya çêkirina dibistanekî 18 polî li Malta Îslam li Duhokê û projeya çêkirina dibistanekî 18 polî li gundê Êmînkî ya ser bi qeza Duhokê û projeya çêkirina dibistanekî 12 plî li gundê Dustek a li qeza Berdereş û projeyekî çêkirina dibistanekî 12 polî jî li gundê Kanîlan a ser bi qeza Berdereşê dê bên çêkirin.’’

Herwaha aşkera kir: ‘’Hejmarek projeyên din jî ku pêktên jî dabîn kirina 28 otomobîlên mînîbûs bo veguhestina fermanberan û xwandevanên navenda otîzm û deng û çar peymangehên kêmendaman a ser bi rêveberiya çavdêrî û geşepêdana civakî li Duhokê û projeya guherîna amûrên projeya ava Duhokê û rawesteka kevin a Sêmêlê û dabin kirina boriya torên avê li navenda Duhokê dê bên cîhbicîh kirin.’’