Li Duhokê erd hejiya

Li parêzgeha Duhokê erd bi pileya 3.5 li pîvera Richterê hejiya.

11 Çile 2023 - 05:02
11 Çile 2023 - 05:02
 0
Li Duhokê erd hejiya

Wezareta Veguhastinê ya Iraqê îro 11ê Çileya 2023an ragihand, îro demjimêr 06:05ê serê sibê erdhejek bi pileya 3.5 li ser sînorê Iraq û Tirkiyê li parêzgeha Duhokê rû da.

Diyar kir jî, erdhej ji aliyê welatiyan ve nehat hîskirin. Daxwaz ji welatiyan kir jî ku hişyar bin, ji nûçeyên derew dûr bikevin û tedbîrên erdhejê yên ku ji aliyê Desthilata Giştî ya Keşnasiyê û Şopandina Erdhejan ve hatine dayîn, bi cih bînin.