Li Efrînê 80 çekdarên opozîsyonê hatin azadkirin
Rêveberya Xweser li Efrînê 80 kes ji zîndanên xwe serbest berdan ku bi ser opozîsyona Sûriyê ve ne.
Serokê DesteyaSiyasî li parêzgeha Idlibê Redwan El-Etriş ji medyayeke opozîsyona Sûriyê re raghand, duh Rêveberiya Xweser 80 kes ji zîndanên xwe serbest berdan ku di nava wan de kesên sivîl û çekdarên opozîsyonê yên di nav Mertala Ferêt de hebûn.
Li gor El-Etriş, ew destpêşxerî di navbera desteya wan û Rêveberiya Xweser de bû û bi navbênkariya Ceyş El-Swar yên bi ser Hêzên Sûriyeya Demokrat ve bû.
Herweha wî berpirsî raghandiye, hîn kesine din di zîndanên Rêveberiya Xweser de mane û ew hewla serbestberdan wan jî dikin.
Di 20 Çileya îsal de Rêveberiya Xweser li Efrîn 74 çekdarên opozîsyona Sûriyê serbest berdabûn.