Li Hatayê erd hejiya

Li navçeya Yayladagiyê ya parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê erdhejeke bi hêza 4,0 pileyan çêbû.

10 Çile 2025 - 07:40
10 Çile 2025 - 07:40
 0
Li Hatayê erd hejiya

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand erdhej demjimêr 07:08an çêbûye.

AFADê daxuyand ku mezinahiya erdhejê 4,0 û kûrahiya wê 13,3 kîlometre bûye.

Heta niha agahiya ti xisarên canî yan madî nehatiye lê erdhej di nav xelkê de bû sedema tirsê.