Li Hesekê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Hesekê otomobîlek teqiya û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest da.

12 Mijdar 2024 - 07:23
12 Mijdar 2024 - 07:23
 0
Li Hesekê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li gorî agahiyan, li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê doh saet 23:00yan teqînek çêbû.

Hat zanîn ku otomobîlek li nêzîkî Dibistana Wehde Erebiyeyê ya li taxa Salihiyeyê teqiya.

Di encama teqînê de 3 kesan canê xwe ji dest da û kesekî din jî bi dijwarî birîndar bû.

Heta niha li ser teqînê ti daxuyaniyên fermî nehatine dayîn lê ji dîmenên ku belav bûne xuya dibe ku agir bi otomobîlê ketiye û hewla vemirandina agir tê dayîn.

Her wiha piştî teqînê balafirên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAŞê (Koalîsyon) li asmanên Hesekê firiyan.