Li Hewlêrê teqîneke bihêz

Li taxa Keleha Nû ya Hewlêrê dengê teqîneke mezin hat bihîstin, gelek wesayît û dikanan zerer dîtin.

30 Berfanbar 2023 - 14:35
30 Berfanbar 2023 - 14:35
 0
Li Hewlêrê teqîneke bihêz

Welatiyê ku vîdeo ji Rûdawê re şand diyar kir ku hêzên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêkolînê kir.

Şahidên bûyerê ku diderbarê bûyerê de axivîn, got ku wan dengê teqîneke bihêz bihîstiye lê nizanin ji ber çi teqîn çêbûye.

Ji ber teqîne gelek wesayît û dikanan zerer dîtin.

Li gorî agahiyên berdest, teqîn ji ber droneke bombebarkirî ya ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatiye xistin pêk hatiye.