Li Îdirê 45 hezar ton mişmiş hat berhevkirin

Li bajarê Îdirê yê Bakurê Kurdistanê berhevkirina mişmişa bi navê "şalak" ku nîşaneya erdnîgariyê ya wê parêzgehê hildaye, dest pê kir.

15 Tîrmeh 2023 - 15:58
15 Tîrmeh 2023 - 15:58
 0
Li Îdirê 45 hezar ton mişmiş hat berhevkirin

Li bajarê avhewayeke mîkroklîma lê bi tesîr e gelek sewze û fêkî çêdibin û di nav fêkiyan de ya ku herî zêde tên berhemanîn yek jî jê mişmiş in.

Bi qasî du hefte berê li bajêr berhevkirina mişmişan dest pê kir û heta niha bi qasî 45 hezar ton hat berhevkirin.

Li seranserê bajêr 419 hezar 320 darên mişmişan hene û fêkiyên jê tên berhevkirin difiroşin bajarên navxwe û hinardeyê Rûsya û Azerbeycanê jî tên kirin.

Rêvebirê Çandinî û Daristanê yê Îdirê Ozkan Yolcu got ku hikûmetê di mijara gihandina mişmişê de alîkarî dan û bi saya projeyên ku ew amade dikin her diçe li bajêr qada darên mişmiş lê tên danîn zêdetir dibin.