Li Îranê êrişî qebrê hate kirin: Kuştî û birîndar hene!

Li bajarê Şîrazê yê Îranê erîşî qebrekê hate kirin. 2 kes hatine kuştin, 2 kes jî birîndar in.

13 Tebax 2023 - 15:21
13 Tebax 2023 - 15:21
 0
Li Îranê êrişî qebrê hate kirin: Kuştî û birîndar hene!

Li gorî Ajansa Fermî ya Îranê îro derora saet 19.00an, êrişî Qebra Şah Çiraxê ya li Şîrazê hate kirin.

Hat ragihandin ku di êrişê de gule li 4 kesan ketine.

2 peywirdarên qebrê yên ku gule li wan ketine mirine, 2 kesên ku ji bo serdanê çûbûne qebrê jî birîndar in.

Li aliyê din, berpirsekî qebrê da zanîn ku rewşa birîndaran xerab e û hejmara kuştiyan ne diyar e.

Herwiha Çiriya Pêşîn a 2022an jî DAIŞê erişî heman cihî kiribû.

Di êrişa DAIŞê de 13 kes hatibûne kuştin û herî kêm 20 kes jî birîndar bûbûn.