Li Îranê xwepêşandan berdewam in: 18 kuştî û birîndar hene

Xwepêşandan li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê berdewam in, şevê din jî xelkên piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê derketin kolanan û siloganên tund li dijî desthilatdarên Îranê bilind kirin.

1 Çile 2018 - 07:04
1 Çile 2018 - 07:04
 0
Li Îranê xwepêşandan berdewam in: 18 kuştî û birîndar hene

Li çend bajarên Îranê, xelkê êrîşî navendên ser bi rêxistiya Pesîc û Supaya Pasdaran kirin.

Hêzên ewlehya Îranê jî tundî bersiva xwepêşanderan da, li gorî zanyariyan heya niha hejmata kuştî û birîndaran gihiştiye 18 kesan û bêtirî 300 kesên din hatine girtin.