Li Kirmanê leşkerekî pênc hevalên xwe kuştin
Li Îranê leşkerekî pênc hevalên xwe yên leşker kuştin.
Li gorî ajansa IRNAyê, bûyerê li bajarê Kirmanê li leşkergehekê rû daye.
Fermandarê Biryargeha Herêmî ya Başûrrojhilat a Artêşa Îranê Emîr Xulam Eliyan li ser bûyerê got:
“Leşkerekî me li xewgehê gule li hevalên xwe reşandin û pênc kes hatin kuştin.”
Emîr Xulam Eliyan da zanîn ku hîn sedema êrişê diyar nebûye.
Li aliyê din, hat ragihandin ku ji bo girtina wî leşkerê gumanbar xebat berdewam dikin.