Li Mereş û Hatayê erdhej

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku li navçeya Bazarcixê ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, bi hêza 4.1 pile erdhejek çêbûye ku kûrahiya wê 10.49 kîlometre bû.

23 Sibat 2023 - 02:51
23 Sibat 2023 - 02:51
 0
Li Mereş û Hatayê erdhej

Piştî erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê erdhejên paşekî berdewam in.

AFADê ragihand, îro 23ê Sibatê li navçeya Bazarcixê ya Mereşê û li navçeya Antakyayê ya Hatayê erdhej çêbûne.

Erdheja Bazarcixê demjimêr 06:23 bi hêza 4.1 pile û kûrahiya 10.49 kîlometre çêbû. Li Antakyayê jî demjimêr 04:42 bi hêza 4.3 pile û di kûrahiya 7.18 kîlometreyan de erdhejek çêbû.

Piştî erdheja 6ê Sibatê zêdetir ji 17 hezar erdhejên paşekî çêbûne ku ya herî mezin bi hêza 6.4 pile li Hatayê bû.