Li Mêrsînê êrîşî standa HUDA PARê kirin; HDPê daxuyanî da
Li parêzgeha Mêrsîna Bakurê Kurdistnaê li pêşiya standa hilbijartinê ya HUDA PAR di navbera endamên vê pariyê û grupeke din de ku tê gotin alîgirên HDPê ne de alûzî derket û piştre li hev dane.
Li gor agahiyan, duh roja 1ê Gulanê li Taxa Çîleklî ya ser bi navçeya Akdenîz a Parêzgeha Mêrsînê endamên HUDA PARê li kêleka rêya Bekirde standên hilbijartinê danîne.
Li gor tê gotin di wê demê de grûpên alîgirên HDPê bi HUDA PARiyên ku xwestine stand danin re ketine nîqaşê û piştre li hev dane û çend kes birîndar bûye.
Di dema vê aloziyê de kesê bi navê Bedrî B. bi çekê gule ber bi esman ve berdaye.
Piştî bûyerê hejmarek zêde polîs bo cihê bûyerê hatine şandin.
Polîsên ku çûne cihê bûyerê, ew kesê ku bi çekê gule teqandibûn desteser kirine.