Li Mûsilê taxeke din hat rizgarkirin

Di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de hêzên dij-teror ên Iraqê taxea Xûfranî ji destê DAIŞê derxistin.

7 Çile 2017 - 07:25
7 Çile 2017 - 07:25
 0
Li Mûsilê taxeke din hat rizgarkirin

Hêzên dij-teror ên Artêşa Iraqê ragihandin ku di çarçoveya operasyona bajarê Mûsilê de hêzên wan taxa Xûrfanî ji destê DAIŞê derxistine.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê di 17ê Cotmeha 2016an de ji aliyê Artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge bi alîkariya hêzên hevpeymana navdewletî ve hatibû destpêkirin. Operasyona li aliyê rojhilatê bajar birêve diçe û heta niha zêdetirî sedî 60 ê bajêr ji DAIŞê hatiye paqijkirin.