Li Muglayê erdhej çêbû: Mirî û birîndar hene
Li navçeya Marmarîsê ya parêzgeha Muglayê ya Tirkiyeyê bi hêza 5,8 pileyan erdhejek çêbû.

Li gorî zanyaryên destpêkê di erdhejê de kesek miriye û 69 kes jî birîndar bûne.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro Marmarîsê ya parêzgeha Muglayê erdhej çêbû.
Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 02:17an çêbûye û hêza wê 5,8 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 67,91 kîlometre bûye.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser zerer û ziyanên erdhejê daxuyaniyek belav kir.
Alî Yerlîkaya da zanîn ku di erhejê de ji ber panîk atakê keçeke 14 salî miriye û 69 kes jî birîndar bûne.
Yerlîkaya her wiha ragihand ku 8 birîndar li ser pêyan hatine dermankirin û dermankirina 46 kesan jî li çavdêriya hûr a nexweşxaneyê berdewan dike.