Li Nisêbînê şer: 7 kes birîndar bûn

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, di navbera du malbatên mirovên hev de şer derket û di encamê de 7 kes birîndar bûn û birînên 2 kesan jî dijwar in.

31 Tîrmeh 2023 - 02:19
31 Tîrmeh 2023 - 02:19
 0
Li Nisêbînê şer: 7 kes birîndar bûn

Li Taxa Selahedînê Eyûbiyê ya Nisêbînê îro êvarî di navbera du malbatên xizmên hev de ku berê pirsgirêkên wan hebûne şer derket.

Di encama şerê ku tê de çek hatine bikaranîn de 7 kes birîndar bûn. Hat zanîn ku birînên 2 kesan giran in.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Birîndar bi ambulansê veguhestin Nexweşxaneyên Mêrdîn û Nisêbînê.

Tê gotin ku çend kesên beşdarî wî şerî bûne jî ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin.

Dîmenên dema şer ji aliyê kamerayeke çavdêriyê ve hatine tomarkirin.