Li Qeyserî bi demançeyê êrişî otomobîla DEM Partiyê hat kirin

Rêxistina DEM Partiyê ya Qeyseriyê ragihand ku li navçeya Kocasînanê ya parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê êrişî otomobîla wan a hilbijartinê hatiye kirin.

14 Adar 2024 - 03:43
14 Adar 2024 - 03:43
 0
Li Qeyserî bi demançeyê êrişî otomobîla DEM Partiyê hat kirin

Li gorî agahiyan, li kolana Sîvasê ya Kocasînanê dema otomobîla DEM Partiyê ji bo bangeşeya hilbijartinê li nav bajêr digeriya kesekî bi demançeyê gule berdaye otomobîlê.

Di encamê de ti ziyanên canî çênebûne.

Kêliyên dema êrişê ji aliyê kamerayên çavdêriyê ve hatine tomarkirin.

Polîsan êrişkar desteser kiriye.

Li hêla din, Navenda Ewlehiyê ya Qeyseriyê îfadeyên berpirsên Rêxistina DEM Partiyê ya Qeyseriyê jî wergirtine.