Li Îranê erdhejeke mezin çêbû

Li eyaleta Sîstan û Belûçistanê ya li başûrrojhilatê Îranê erdhejeke bi mezinahiya 5,6 pileyan çêbû.

5 Adar 2024 - 04:07
5 Adar 2024 - 04:07
 0
Li Îranê erdhejeke mezin çêbû

Navenda Sîsmolojiyê ya Neteweyî ya Îranê ragihand ku navenda erdhejê bajarokê Fenûcê yê Sîstan û Belûçistanê bûye.

Hat ragihandin ku erdhejê demjimêr 07:50î rû daye û kûrahiya wê 80 kîlometre bûye.

Navenda Îdareya Krîzan a Sîstan û Belûçistanê da zanîn ku heta niha li ser xisarên erdhejê ti agahî nigihiştine ber destê wan.