Li Rihayê hemû çalakiyên saziyên sivîl hatin qedexekirin
Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê hemû çalakiyên saziyên sivîl hatin qedexekirin.
Parêzgeha Rihayê îro 12ê Berçile di daxuyaniyekê de ragihand, ji îro Pêncşemê ve hemû çalakiyên weke xwenîşandan, meş, grev, çalakiyên meydanî û hemû çalakiyên rêxistinên civaka sivîl, bo heyama hefteyekê hatine qedexekirin.
Li gorî daxuyaniyê, biryar navenda bajêr û hemû bajarokên parêzgehê digre nava xwe. Armanca biryarê parastina asayîşa giştî û rêgirtin li her karekî têkderane ye.