Li Şamê di merasîma Aşûreyê de teqîn: Gelek kuştî û birîndar hene

Li paytexta Sûriyeyê Şamê di dema amadekariyên merasîma Aşûreyê de teqînek çêbû. Di teqînê de 5 kesan canê xwe ji dest da û 21 kes jî birîndar bûn.

28 Tîrmeh 2023 - 02:39
28 Tîrmeh 2023 - 02:39
 0
Li Şamê di merasîma Aşûreyê de teqîn: Gelek kuştî û birîndar hene

Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê ragihand, di teqîna li taxa Seyîde Zeynebê ya Şamê de 6 kesan canê xwe ji dest da û 23 kes jî birîndar bûn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî ragihand ku teqînê di dema amadekariyên merasîma Aşûreyê de rû daye.

Teqînê bi otomobîleke bombebarkirî rû da û ji bilî zerara canî, çend otomobîl û avahiyên li derdorê jî xisareke zêde dît.

Ev teqîna duyem e ku di maweyê 48 demjimêrên borî de li Şamê çêbûye.