Li ser Deryaya Reş firokeyeke Rûsî li droneke Amerîkî da

Artêşa Amerîkayê ragihand, li ser Deryaya Reş firokeyeke şer a Rûsî li droneke Amerîkî xist.

14 Adar 2023 - 15:09
14 Adar 2023 - 15:09
 0
Li ser Deryaya Reş firokeyeke Rûsî li droneke Amerîkî da

Berpirsekî serbazî yê artêşa Amerîkayê ragihand, li ser Deryaya Reş, firokeyeke şer a Rûsî xwe li droneke Amerîka xist.

Herwiha eşkere kiriye ku drona Amerîkî ji cûreya MQ9 bûye û li ser Deryaya Şer hatiye lêdan.

Heman berpirs diyar kiriye ku du firokeyên şer ên Rûsî bi awayekî nepîşeyî çavdêriya wê drona Amerîkî kirine û piştre ev bûyer qewimiye.