Li Silêmaniyê qeza: Sê kes mirin

Li Silêmaniyê, li ser rêya Çemê Zêran barhilgirek qulibî, sê kesên ku di binê de man mirin.

11 Adar 2024 - 08:22
11 Adar 2024 - 08:22
 0
Li Silêmaniyê qeza: Sê kes mirin

Li gorî agahiyan, barê wê barhilgirê mirîşk bûn û piştî ku ji kontrola ajokar derketiye qulibiye.

Trafîka Silêmaniyê da zanîn, dibe ku qezayê derengê şevê rû dabe çimkî ajelên berî (kovî) hinek mirîşk xwarine.

Berdevkê Trafîka Silêmaniyê Behmen Ebdula ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku ji ber zehmetiya xebatên li cihê qezayê ew sê kes demeke dûvdirêj di binê barhilgirê de mane.