Li Şingalê hêzeke Heşda Şeibî bi ser baregeheke hêzên Pêşmerge de girt

Li Şingalê hêzeke Heşda Şeibî bi ser baregeheke Hêzên Parastina Êzidxanê de girt û 30 pêşmerge bi xwe re birin.

24 Berfanbar 2018 - 04:04
24 Berfanbar 2018 - 04:04
 0
Li Şingalê hêzeke Heşda Şeibî bi ser baregeheke hêzên Pêşmerge de girt

Fermandarê Hêzên Parastina Êzidxanê Heyder Şeşo ji Rûdawê re ragihand: “Şeva borî hêzeke Bedir ser bi Heşda Şabî bi navê artêşa Iraq û Îstîxbarata Iraqê bi armanca pişkinînê çûne baregaheke me ya li navenda Şingalê.”

Heyder Şeşo got: “Piştî pişkinîn û lêkolînan, hêza ser bi Heşda Şeibî 30 Pêşmerge li gel xwe birine.”

Şeşo eşkere kir: “Me rêyên çûnûhatinê bo Sinûnê û beşekî Şigalê girtine û Hêza Parastina Êzidxan rêyên çûnûhatinê bo Sinûnê girtine.