Li Şirnexê şer derket, kuştî û birîndar hene!

Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê di navbera leşkerên Artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de pevçûn derket û 2 efserên Artêşa Tirkiyê jiyana xwe ji dest dan.

21 Avrêl 2017 - 08:00
21 Avrêl 2017 - 08:00
 0
Li Şirnexê şer derket, kuştî û birîndar hene!

Hate gotin, ku îro Artêşa Tirkiyê li bejahiya Qilebanê dest bi operasyonê kirin û rastê komek gerîlayên PKKê hatin.

Li gorî agahiyên destpêkê di şer de tegmenek û çawişekî pispor ên Artêşa Tirkiyê hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Piştî pevçûnê Artêşa Tirkiyê hêzeke din şande herêmê. Li herêmê operasyon berdewam e.