Li Şirnexê 10 leşker birîndar bûn

Li bajarokê Qesirkê yê parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê wesayîteke leşkerî wergeriya û di qezayê de 10 leşkerên Tirkiyeyê birîndar bûn.

31 Cotmeh 2024 - 07:14
31 Cotmeh 2024 - 07:14
 0
Li Şirnexê 10 leşker birîndar bûn

Li bajarokê Qesirkê yê parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê wesayîteke leşkerî wergeriya û di qezayê de 10 leşkerên Tirkiyeyê birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, duh êvarî li ser rêya berê ya Cizîr-Şirnexê li bajarokê Qesirkê, wesayîteke leşkerên artêşa Tirkiyeyê wergeriya.

Di qezayê de 10 leşker birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê û  her 10 leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneyên dewletê yên Cizîr û Şirnexê.