Li Xarpêtê pevçûna bi çek û kêran, 2 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûneke bi çek û kêran de 2 kes birîndar bûn.

24 Çile 2025 - 07:14
24 Çile 2025 - 07:14
 0
Li Xarpêtê pevçûna bi çek û kêran, 2 kes birîndar bûn

Şeva borî li kuçeya Demirkapiyê ya taxa Aksarayê du kom ji ber sedemeke nediyar bi çek û kêran pev çûn.

M.Ç. bi guleyan û H.A. jî bi kêrê birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê M.Ç. û H.A. birin nexweşxaneyên li bajêr.

Polîsan di lêkolînên li derdorê de gelek qepzûn dîtin.

Lêpirsîna ji bo desteserkirin gumanbarên ku piştî bûyerê reviyane berdewam dike.