Li Xarpêtê qeza: 13 kes birîndar bûn

Li navçeya Kebanê ya Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê mîdîbusek ji rê derket û ket qenala avê, 13 kes birîndar bûn.

24 Tebax 2023 - 04:23
24 Tebax 2023 - 04:23
 0
Li Xarpêtê qeza: 13 kes birîndar bûn

Li gor agahiyan, êvarê li ser rêya gundê Çakmakê mîdîbusek ji rê derketiye û ketiye qenala avê.

Di encamê de 13 rêwiyên ku di mîdîbusê de bûn birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendurstiyê, tîmên parastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.

Birîndar bi ambulansan birin nexweşxaneyên Xarpêtê.