Mattis: Em li ser mijara vekişînê bi Kurdan re diaxivin

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattis ragihand ku ew li ser babeta vekişîna ji Sûriyeyê bi hevpeymanên xwe yên li Sûriyeyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re diaxivin.

7 Avrêl 2018 - 10:48
7 Avrêl 2018 - 10:48
 0
Mattis: Em li ser mijara vekişînê bi Kurdan re diaxivin

Li gor nûçeya Associated Press (AP) Mattis ragihandiye ku ew li ser mijara vekişandina hêzên amerîkî ji Sûriyeyê bi hevpeymanên xwe yên Kurd û welatên nav Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê re diaxivin û gotiye, mijara ku niha ew li ser radiwestin rewşa qadê ya piştî vekişînê ye.

James Mattis li ser pêwendiyên Amerîkayê yên li bakurê Sûriyeyê bi Kurdan re got, "Em vê mijarê bi wan re diaxivin. Bi hin aliyên din re jî li ser mijarê em li rêyên çareseriyê digerin."