Meletî: Mînîbusa rêwiyan qulibî... Gelek birîndar hene!

Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê mînîbusa rêwiyan wergeriya û yek ji wan bi giranî 17 kes birîndar bûn.

11 Cotmeh 2024 - 07:44
11 Cotmeh 2024 - 07:44
 0
Meletî: Mînîbusa rêwiyan qulibî... Gelek birîndar hene!

Li navçeya Arxayê ya Meletiyê mînîbuseke veguhastina rêwiyan ji ber sedemeke nediyar qulibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cenderme çûn cihê bûyerê.

Hat ragihandin ku di encama qezayê de şofêr û 16 rêwî birîndar bûne.

Tîman birîndar veguhastin nexweşxaneyê.

Her wiha rewşa birîndarekî giran e û metirsî berdewam e.