Mesrûr Barzanî: Bê serxwebûn, em dibine qurbaniyê peymanên herêmî

Pêwîste serxwebûn di Iraqê de wek çareserî bê dîtin

18 Berfanbar 2016 - 08:58
18 Berfanbar 2016 - 08:58
 0
Mesrûr Barzanî: Bê serxwebûn, em dibine qurbaniyê peymanên herêmî

Şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê ragihand ku bê serxwebûn, kurd dibe qurbaniyê peymanên herêmî.

Di gotarekê de ku di konfiransa bi navê “Serxwebûna Kurdistanê- Derfet û asgeng hember vê yekê” ku li zankoya Amerîkî-Duhokê birêve diçe şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî ku hevdem serokê borda zankoyêye jî amaje dike ku:”Cîhê serbilindiye ku konfiranseka waha di salonekê de ku wek rêzgirtineke ji bo bapîrê ezîz ma hatiye damezirandin.”

Ev yeke jî tekez kir ku wek netewe” Divê em serxwebûn bin û bê ev yeke pêşeroja me zelal nîne eger ne, em ê bibne qurbaniyê peyamên herêrmî.” Û berdewam kir ku gelê kurd di dirêjahiya dîrokê de xeyanet lê hatiye kirin û her kesek di Kurdistanê de xwediyê cîrokekêye ku ji ber bêndestiye hatiye serê wê/wî.

Mesrûr Barzanî amaje dike ku:”Pêwîste ku Iraq, serxwebûna Kurdistanê wek çareserî bibîne ku di sed salên borî de bi çeveke wekhev temaşayî kurdan nehatiye kirin û bawerî di navber pêkhateyên netewî û olî di Iraqê de nemaye.”