Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Encûmena Nûneran a Îraqê bi wekalet kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Adara 2024an pêşwazî li Serokê Encûmena Nûneran a Îraqê bi wekalet Muhsên Mandelawî kir.

19 Adar 2024 - 14:04
19 Adar 2024 - 14:04
 0
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Encûmena Nûneran a Îraqê bi wekalet kir

Di civînê de ku Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Şaxewan Ebdullah amade bû, pêşhatên dawî û rewşa giştî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di civînê de, tekezî li ser rêzgirtina li sîstema federalî, qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê, dabînkirina mafên destûrî û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê hate kirin.