Mesrûr Barzanî li ser agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de daxuyanî da

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi kêfxweşî ragihandina agirbestê ya di navbera Îran û Îsraîlê de pêşwazî kir û got, “Gotûbêj tekane rê ye ji bo bipêşveçûnê.”

25 Hezîran 2025 - 11:24
25 Hezîran 2025 - 11:24
 0
Mesrûr Barzanî li ser agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de daxuyanî da

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê ragihandina agirbestê ya di şerê Îran û Îsraîlê de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Mesrûr Barzanî li ser agirbestê got, “Bixwedeçûn û gotûbêj tekane rê ne ji bo bipêşveçûnê.”

Serokwezîr Barzanî di beşeke din a daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Pêdiviya herêmê bi aramî, rêzgirtina li cîran û hevbeşên xwe û biryardana li ser bingehê zanayiyê û serkirdayetiya berpirsyar heye.”