Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Ajansa Hevkariya Navdewletî ya Japonê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 13ê Berfanbarê pêşwazî li şandeke Ajansa Hevkariya Navdewletî ya Japonê (JICA) bi serokatiya Cîgirê Serokê Ajansa Japonê Ando Naoki kir.
Di hevdîtinê de şanda JICA kurteyek derbarê kar û çalakiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê pêşkêş kir, ku bi hevahengî ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend projeyan di warên elektrîk, av û kanalîzasyon, çandinî û sererastkirina masterplana Hewlêrê de cîbicî dikin.
Herwiha şanda mêvan amadebûna kompaniyên Japonî bo veberhênana li Herêma Kurdistanê nîşan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Hikûmeta Japonê û ajansa JICA kir ku di bi riya encamdana proseyan bi awayekî baş û pîşeyane, alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di proseya avedankirin û danîna jêrxaneyeke bihêz a aboriyê li Herêmê kirine.